Civak

Şirnex û Hakkarî nabin navçe

Parlementoya Tirkiye  paketek ya guhertina hinek yasayên nû pejirand.Wek tê zanin hukumetê pêşniyarek berfireh ku gelek yasayên nû lê heyîn pêşkêşî parlementoyê kir. Di nav vê pakêtê de kanunek hebû ku,; “Hakkarî û Şirnex ji ji wîleyetê dikira navçe û nave herdu bajaran jî dihata guhertin. Li himber vê Cizîr û Gever dibûna wilayet. Herweha di heman bendê de dihat gotin ku, dema serokê şeredariyekî ji kar dûrbêxin wezereta navxwe yan jî walî dikare kesekî di dewsa wan de destnîşan bike.“Ev benda hanê bi pêşniyara her çar partiyên di parlementoyê de ji paketê hate derxistin. Û ew paket ji derê vê bendê bi temamî ji aliyê parlementoyê ve hate pejirandin.Li gora vê nave Hakkarî û Şirnex nayê guhertin û herdu dever jî wek wilayet dimînin.

Balkêş e ?
Close
Back to top button