Nivîsar

Malikî hêza xwe Ji siyaseta Goran , PKK û YNKê digre

“ Komek endam û rayedarên hevpeymaniya Dewleta Qanûnê ya Iraqê,di serokatiya serokwezîrê berê yê Iraqê Nurî Malikide, daxwaz ji Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî kirine ki dev ji referandom û serxwebûna Kurdistanê û ji Iraqê cuda nebe.“Li ser vê yekê, rayedarê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Mihemed Ehmed ji BasNewsê re got, ewên ku vê yekê dibêjin mafên gelê Kurdistanê zeft kirin û kurd ji Iraqê bê par kirin vêca çawa dibêjin poşman bibin.Mihemed Ehmed her wiha got, Iraqê piyê xwe daniye ser hemû rêkeftin û peymanekê vêca kurd dê çawa bikarin bi Iraqê re bimînin. Lewma neçar dimînin çareyek din ji xwe re bibînin. Êdî Iraqê kêrê wî nayê em lê vegerin. “Armanca Iraqê û Nurî Malikî zelale. Eve zêdeyî du salana humuketa Iraqê bi hemû awayî pişta xwe daye Kurdistanê û ji bo taybetî hêza pêşmerge bişkînin û kerameta desthilatdariya Kurdistanê têk bibin, kurd ji hemû dahatiyên Iraqê qût kirine.Lê li himber ambargoya Iraqê li ser Kurdistanê zêdeyî du salane, Kurd şerek dijwar li himber DAÎŞê û didin. Sinorên Kurdistanê bi xwîna Pêşmergeya kifşkirine. Sibe DAÎŞ têkherê tehluka herî mezin ji bo Kurda hêza Nurî Malikî û Îranê Heşdê Şebiye. Her gava firsendê bibînin dê êrîşê Kurdistanê bikin.Di destê Kurdan de yek çareserî maye ku serxwebûna Kurdistanê ragihînin.Pirsgirêka mezin ne helwesta Malikî yan jî tehdîta hêzên Şîe li ser Kurdistanê ye.Pirsgirêka herî mezin helwesta hinek aliyên Kurdistanîye. Goran û YNK gelek vekirî xizmeta dîtinên Malikî dikin û heta radeyekî hewldidin ku pêvajoya ragihandina serxwebînê aloz bikin.Heta niha hukumeta nawendi perê û mûçeyê xelkê û herweha butçeya Kurdistanê qût kiriye. Lê pera dide Silêmaniyê.Serokwezîrê berê yê Iraqê Nûrî Malikî ji bo pêkanîna hevdîtina bi YNK-Goranê re, serdana bajarê Silêmaniyê kir. Ev serdan bû sedema nîqaşan û hat îdiakirin ku “Malikî soz daye herdû partiyan, eger alî wî bikin ku Ebadî ji peywirê bê avêtin, ew ê xweseriyê bidê Silêmaniyê”.Serdana Nurî Malikî ya YNKê û Goranê , da xuyakirin ku ev herdu rêxistin çikas di xizmeta Malikî dikin.Ji aliyek din YNK, Goran û PKK li Kurdistana Başûr hewldidin ku hêzek çekdar hevbeş tenê li dijê pêşmergeyên Kurdistanê ava bikin. Da ku nehêlin armanca serxwebûnê pêkwerê.Eger Nuri Malikî û hevalbendên xwe pişgiriyê ji Goran, PKKê û ji YNKê negire nikara gefan li Kurdistanê bike.Malikî vekirî serokê Kurdistanê tehdît dike. Hêza Malikî ji pişgiriya hevalbendên wî yên ji Kurdistanê tê.Heta kurd helwesta li dijê serxwebîna welatê xwe nebînin û vê yekê vekirî rûreş nekin rastiya xwe nabînin û berjewendiya milet û welatên xwe naparêzin.Di vê pêvajoyê de Kurdên ku bixwazin kerameta welatên xwe biparêzin, divê di rêya serxwebûna Kurdistanê de pişgiriya serokê Kurdistanê Mesud Barzanî bikin û bi hemî awayî gav bi gav Kurdistanê ber bi serxwebûnê ve bibin.Nûçe/analîzRojevakurd

Back to top button