Partiya Sosyalista Kurdistanê (PSK) di derbarê êrîşên Diyarbekir û Qoserê de daxuyaniyek ji bo Raya Giştî ragihand.PSK dibêje ev herdu çalakî û piştî daxuyaniya Cemil Bayik ya ku dibêje emê vî şerî li hermû derî belav bikin pêkhatine.Di van êrîşan de kesên sivîl bûne qurbanî.Berpirsên KCK daxuyaniyên li dijê pêvajoyê didin û ev yek qada siyasî teng dike û dibe sedame qurbaniyên sivîl.PSK dibêje: Em daxuyanî û çalakiyên KCK yên ne di xizmeta miletê Kurd de ne carek din şermezar dikin.PSK dide xuyakirin ku li himber şîdeta dewletê bi şîdetê bersiv dan şîdetê kûr tir dike. PSK dibêje , em cardin bangê KCK dikin ku, ji dev vê siyaseta ku zerere dide tevgera azadixwaza kurd berdê.Di dawiya daxuyaniyê de PSK serwxeşîyê li malbatên kesên jiyana xwe ji dest dayi dike û şîfayê ji birîndara re dixwaze.
Pêş
01/07/2025
Li Kerkûkê teqînên bi hêz çêbûn
01/07/2025
Erdhejek li Şemzîna rûda.
Têkildar
Balkêş e ?
Close