Digel nêzîk bûna egera despêkirina operasiyona rizgar kirina bajarê Musilê ji terorîstên DAIŞê, metrisiya koçbar bûna sedan hezar kesên din di rojevê daye, ku ji ber fakterên cugrafî û hebûna asayiş û alîkariyên mirovî, piraniya herî zêdeye wan berev Herêma Kurdistanê dihên.Ji bo zanîna helwest û gavên Kikûmeta Herêma Kurdistanê, ji bo serderî kirin tevî vê pirsê û her wiha pirogram û pilanên hikûmetê, Reveberî Giştiyê Sentera Hevpara Hemahengiya Qeyranan Hoşeng Mihemed xuya kir operasiyona rizgar kirina Musilê gelek bandor ji bo ser Herêma Kurdistane heye, bi taybetî li warê mirovî, abûrî û asayişê. Lewma Sentera Hevpara Hemahengiya Qeyranan pilaneka taybetî ji bo çawaniya serederî kirin tevî pirsa koçberan akinciyên bajarî Musilê amade kiriye.Her wiha got tîmeka taybet tevî Bexda û Neteweyên Yekgirtî pêk anîne, ku pilaneka hevpar ji bo pirsa koçberên Musilê amae kirine û pêwîstî bi 275 milyon dolaran ji bo alîkarî kirina pêla nû ya koçberan heye.Hikûmeta Herêmê pênc cih ji bo çê kirina kemp ji bo koçberên nû destnîşan kiriye û pênc cih jî ji bo çê kirina senterên pêşwazî kirinê.Asayiş û parastin û rêvebirina kempan di stûyê hikûmetê daye û ji bo ji derve anîna alîkaryên mirovî bac wernagire û hêsan kariyê ji bo rêkxistin û ajansên Neteweyên Yekgirtî dike.Hoşeng Mihemed derbarê hijmara koçberan xuya kir pêşbînî dihê kirin li dema rêveçûna operasiyona Musilê, milyonek kes koçber bibin, ku nîv milyon ji wan berev Herêma Kurdistanê dihên û yên din berev Kerkûk, Selahedîn û Sûrya diçin. Niha pitir ji 300 hezar kes li başûrê rojavayê Musilî hatine Mexmûr û Dîbege.Derbarê rola Neteweyên Yekgirtî ji bo pirsa koçberan û alîkarî kirina Herêma Kurdistanê, Reveberê Sentera Hevpara Hemahengiya Qeyranan ragihand me pilan xwe ji bo hemû welatêm alîkar şandî ye. Li ser asta navxweyî jî hemahengî digel Odeya Operasiyona Neynewa û hevpeymanan û ajansên Neteweyln Yekgirtî û rêkxistinên navdewletî heye, ku me mehane civînên hevpar li ser çar astên cuda heye ji bo pirsa koçberan.Her wiha got Herêma Kurdistanê li warê mirovî ji bo alîkarî kirina koçberan tûşê astengan bûye, ku bi tenê nikare vê rewşa dijwar derbaz bike ku milyonek û 650 hezar koçber û penaber li Herêma Kurdistanê hene û dike 40% koçberên navxweyên Îraqê û 97% penaberên Sûrya.Ta niha xerciyên wan li se milê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bûye, ku mehane bi 117 milyon dolaran dihê xemlandin û slane 1.4 milyar dolar e. Civaka navdewletî çi yarmetiyeka darayî raste rast pêşkêşê Herêma Kurdistanê nekiriye ji bo dabîn kirina budceya mirovî.Nebûma cih û kêm bûna imkanên darayî û teknîkî ji bo pêşwazî kirina koçberên nû yên Musilê û xizmet kirina wan, bi taybetî li dema opersiyona Musilê metirsî ji bo ser Herêma Kurdistanê heye, ku pêşbîniya rûdana karesateka mirovî dihê kirin, eger wek pêwîst alîkari nehê kirin.Hoşeng Mihemed her wiha got gelek koçberên deverên rizgarkirî hez dikin ji bo ser mal û halên xwe vegerin, lê ji ber metirsiya girûpên çekdar û nebûna îmkanên darayî nikarin vegerin. Hikûmeta Bexdayê çi pilanek niye ji bo alîkarî kirina koçberan, ku dixwazin vegerin, berevajî piroseya vegeryana wan asteng kiriye, ku koçber ji bo vegeryanê pêwîstî bi razî kirina şeş aliyan hene.Derbarê xemsariya Bexdayê li hember pirsa koçberan, Rêveberê Sentera Hevpara Hemahengiya Qeyranan xuya kir li despêka qeyran mirovî li Xezîran 2014, Bexdayê bi rêya Komûteya bi Hawa hatina koçberan hinek budce ji bo koçberên li Herêma Kurdistanê terxan kir û hijamrek piroje jî encamda, niha jî hinek alîkariya koçberan dike, lê çi pirogram û pirojeyeka cihgir niye û pirsa koçberan li servey bernameyên Bexdayê niye, ev pirse bi giştî ji bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê û ajansên Neteweyên Yekgirt bi cih hêlaye, ta niha çi budjeyeka taybet ji bo pirsa koçberan pêşkêşê Hikûmeta Herêma Kurdistanê nekirye. Ji bo penbarên Sûrya tenê xwarinek jî amade nekiriye:Li dawiyê jî spasiya alîkarî û piştîvaniya Neteweyên yekgirtî û rêkxistinên navxweyî û navdewletî kir ku roleka baş hebûne ji bo alîkarî kirina penaber û koçberan li Herêma Kurdistanê, ku têkilî û hemahengiya baş digel wan hene û bi hev re kar dikin ji bo çareser kirina pirsgirêka penaber û koçberan.
Pêş
05/07/2025
Şeredarê Semsûrê hate binçavkirin
04/07/2025
Zelenskyy: Min û Trump pêwendiyeke gelekî girîng û berhemdar pêk anî
Têkildar
Balkêş e ?
Close