Xelkê rastiya PKKê nas kir

Berpirsekî PDKê li Helebçe dibêje, beriya niha PKKê xort bi derewan dixapandin û ew dibirin Qendîlê, niha jî kêm caran zarokan dixapînin, lê xelkê rastiya wan nas kir û êdî baweriyê bi wan nakin û nema tevlî wan dibin. Kargêrê Şaxa 12 ya PDKê li Helebçe Bextiyar Sidîq ji malpera KDP.info re ragihand: “Beriya niha PKKê xort bi derewan dixapandin û ew dibirin Qendîlê, niha jî kêm caran zarokan dixapînin, lê xelkê rastiya wan nas kir û hêzên ewlehiyê ji wan hatin agahdarkirin, ji ber ku reftarên kirêt ligel kolberan dikirin û bac ji wan distandin, lewma xelkê dest ji wan berdan.”Bextiyar Sidîq wiha domand: “Niha ti rêxistineke wan nemaye û êdî baweriyê bi wan nakin û nema tevlî wan dibin ji ber ku digotin emê ligel herçar perçên Kurdistanê û dewleta Kurdî ne, lê derket ku derewan dikin.” 

Nerîna min :