Revketina NATO û Kurdistanê çêdibe?
Nûnerê Hikûmeta Herêma Herêma Kurdsitanê li Yekîtiya Ewropa ragihand ku piştî protokola Kurdistan û Amerîka, dibe ku rêkeftineke di navbera Kurdistan û NATOyê de jî çêbibe.Di hevpeyvînekê de ligel rojnameya Şeriqulewset de, Dilwer Ajgeyî Nûnerê Hikûmeta Herêma Herêma Kurdsitanê li Yekîtiya Ewropa ragihand: Niha tek hêz ku rasteqîne şerê DAIŞê dike, Hêzên Pêşmerge ye, lê ew hêz pêwîsteya wê bi çek û teqemeniyê heye û ew alîkariyên ku gihîştine Pêşmerge ne ligor pêwîst in.Derbarê pirsa serxwebûna Kurdistanê jî Ajgeyî got ku pirsa serxwebûnê mafekî sirûştî ye ya xelkê Kurdistanê û bo vê mebestê jî raya giştî ya Ewropa piştgiriya wê mafê dikin û welatên Ewropa jî nabin rêgir ji wî mafî re û niha lubiyeke bihêz a kurdan li Ewropa heye ku tenê li nava Yekîtiya Ewropa 30 endam dostê kurdan hene.Nûnerê Hikûmeta Kurdistanê amaje bi wê yekê kir ku niha kar li ser wê yekê tê kirin ku gaza sirûştî ya Kurdistanê bi riya Tirkiyê bo Ewropa bê şandin û amadekarî bo vê yekê hatine kirin û dibe ku naverasta sala bê qonaxa yekê bikeve kar.Nûnerê Hikûmeta Herêma Herêma Kurdsitanê li Yekîtiya Ewropa ragihand ku piştî protokola Kurdistan û Amerîka, dibe ku rêkeftineke di navbera Kurdistan û NATOyê de jî çêbibe.