CivakPolîtîk

Pêşmerge: Ew cihên ku em rizgar dikin em cardin nadin Iraqê

Fermandeyekî Pêşmerge: Ferq nake xaka me di destê DAIŞê de yan di destê Iraqê de

 

 Fermandeyekî Pêşmerge dibêje, her devera ku Pêşmerge rizgar bike û xaka Kurdistanê be, em nadin Iraqê. Fermandeyê Pêşmerge li devera Başîkê ya Mûsilê, Hemîd Efendî ji malpera fermî ya PDKê re gotiye, hêzên Pêşmerge dê heta sînorên rasteqîn ên Kurdistanê pêşde biçin û wan deveran rizgar bikin. Hemîd Efendî her wiha gotiye, bo Pêşmerge ferq nake deverên Kurdistanî di destê DAIŞê de bin yan di destê hêzên iraqî de ji ber wê jî emê wan rizgar bikin û êdî ne ji Iraqê re û ne jî ji diminên din re dihêlin. Rojhilat û bakûrê Mûsilê li ser Kurdistanê tên hesibandin. Li gorî madeya 140 a Destûra Iraqê, lazim bû ew dever vegeriyaban ser Kurdistanê lê piştî şerê DAIŞê, Pêşmerge rizgar kir û tê de bicîh bû. 

Back to top button