Civak
Em êrîşa Qamişloyê rûreş dikin
Partiya Azadiya Kurdistanê PAK bi daxûyaniyekî êrîşa terorî ya Qamişlo şermezar dike.
PAK(Partîya Azadîya Kurdistanê):
Em êrîşa Qamişloyê rûreş dikin
Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê di encama 2 teqînên terorî de 12 kes şehîd ketine û 68 kes jî
birîndar bûne.
Dijminên gelê Kurdistanê divê baş bizanibin ku bi kuştin û qetlîaman tu kes nikare rê li ber azadîya miletê
me û welatê me bigire.
Em vê êrîşa terorî rûreş dikin. Bila serê gelê me û malbatên şehîdan sax be.Ji brîndaran re şîfayê dixwazin.
27.07.2016
Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê