Partiya Demokrat a Kurdistana Sûriyê (PDKS) bang li Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) kir, derî ji pêşmergeyên Rojava re veke çimkî ew bi tenê nikarin Rojava biparêzin. Îro li bajarê Qamişlo du teqînên bihêz qewimîn ku di encamê de bi dehan kesan jiyana xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndar bûn. Li ser wê bûyerê, endamê serokatiya PDKSê, Nûrî Birîmo ji BasNewsê re got, ev bûyerên wiha nîşan didin ku PYD û YPG bi tenê nikarin Rojava biparêzin ji ber wê jî bila bihêlin pêşmergeyên Rojava derbasî welatê Rojava bibin. Nûrî Birîmo her wiha got, qesta wan êriş û teqînên ku li Qamişlo û Rojava diqewimin, ew e ku kurdan bitirsînin û ji Rojava bidin revandin da ku ew der ji ereban re bimîne. Wî siyasetmedarê Rojavayî anî ziman ku îradeya PYDê ne di destê PYDê de û got, ma ne şerm e 7 hezar Pêşmerge li Başûrê Kurdistanê bin PYD jî wiha Rojava biparêze! Bila bihêlin pêşmergeyên Rojava derbasî Rojava bibin û welatê xwe biparêzin. 

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: