Serokê Kurdistanê Mesud Barzanî ji bo bûyera Qamişlo daxuyaniyek ragihand û ji dezgehên Kurdistana Başûryên nezik sinor daxwazkir ku hemû amadevaniyê bikin ji bo dermankirina birîndara û her tişta pêwist.Daxuyaniya Barzani:Bi navê xwedayê mezin û dilovanBi êrîşên terorîstiyên berî sibehiya roja çarşem 27.07.2016 ya li ser xuşk û birayên me yên li bajarê Qamişlo ya Rojavayê Kurdistanê gelek dilteng û xemgînim ku li encamê da hejmarekî zêde şehîd û birîndar bûn.Gelek bi tundî vê êrîşa dirindaneya terorîstan şermezar dikim, serxweşiyê li kesukarên şehîdên vê rûdana diltezînane dikim û hêviya başbûnê ji bo birîndaran dixwazim.Pêwîste parêzgeha Dihok û dam û dezgeh û saziyên peywendîdarên Herêma Kurdistanê bi hemû şiyanên xwe ve yarmetiya lêqewimiyan û birîndarên rûdana terorîstiya Qamişlo bidin.Mesûd Barzanî27.07.2016
Pêş
04/06/2026
“Pêşmerge hêzek aîdî Herêma Kurdistanê ye û bi artêşa Iraqê re hevahengiyek domdar û xurt heye”
02/06/2026
Koçber vedigerin
Têkildar
Balkêş e ?
Close
-
Rapirsînek balkêş..!31/05/2026


