Li Selaheddîn Mesûd Barzanî Serokê Kurdistanê pêşwaziya André Vallani Wezîrê Dewlet yê Karubarên Pêşxistina Navdewletî ya Fransa û şandekî li gel kir ku ji Alain Guêpratte Konsolê Fransa li Hewlêr û hejmarek ji şêwirmend û sekreterên Wezîrê Dewlet yê Pêşxistina Navdewletî ya Fransa pêkhatibû.Li hevdîtinê de Serok Barzanî spasî gel û Hikûmeta Fransa kir ku palpişt û hevsozê gelê Kurdistanê bûne û spasî Serok François Hollande jî kir ku di demeke hestiyar û li wê dema ku Kurdistan li şer da bû serdana Herêma Kurdistanê kiriye û eve jî wateyeke xwe ya gelek taybetî heye û gelê Kurdistanê ji bîr nake. Serxweşiyê jî li kesukarên qurbaniyên rûdana terorîstiya bajarê Nice kir û ragihand ew rûdan bi rûnî pîşan dide ku teror dijminê hemû aliyeke û gefe li ser hemû cîhanê.Serok Barzanî piştrastiyê li wê yekê kir ku gelê Kurdistanê rêzekî xwe yê taybetî ji bo gelê Fransa heye û bi dostekî xwe yê nêzîk dizanê û destxweşiyê jî li tîmên serbaziyên Fransa kir ku li şerê terorê da yarmetiya hêzên Pêşmergeyan daye.Li dirêjahiya axaftina xwe de ji bilî balkişandina li ser serhildana teror û gefa terorîstan ya li ser Kurdistanê ronahî xiste li ser azadkirina Musilê û tekez li wê yekê kir ku bi navê parastina pêkhatan û dûbarenebûna karesatan li beranber xelkê navçeyê bi taybetî Êzîdî û Mesîhiyan pêwîste peymaneke siyasî li ser çawayiya birêvebirina parêzgeha Nînowa li piştî azadkirina Musilê hebê û Herêma Kurdistanê jî palpiştiya rêyek dike ku bawerî bide pêkhatên neteweyî û olî yan.Her li vê hevdîtinê de Wezîrê Dewlet yê Pêşxistina Navdewletî ya Fransa bi Serok Barzanî ragihand ku helgirê peyamê Serok François Hollande ji bo dûpatkirina dostayetiyê û peywendiya di navbera her dû aliyan û eve jî xisterû ku Fransa piştevanê gelê Kurdistane li şerê terorîstan û bi bawerin jî ku gelê Kurdistanê serdikevê û pesnê hewlên miroviyên gelê Kurdistanê ya li yarmetîdana koçber û lêqewimiyan kir û ragihand ku cîhan agahdarî qurbanîdan û azayetiya Pêşmergeye û bi çaveke rêz ve temaşa mirovdostê xelkê Kurdistanê dike.Her li vê civînê de behsa gefên terorê û çawayiya rûbirûbûna tundrewiyê kirin û her dû alî li ser ewe hevrebûn ku pêwîste şerê fikra terorê û tundrewiyê bê kirin û Serok Barzanî tekez li wê yekê kir ku rola welatên Erebî û Îslamî li şerê hizra terorê û girîng û yek alîkere.Paşaroja Herêma Kurdistanê û peywendiyên li gel Bexda mijareke dinê vê hevdîtinê bû.
Pêş
01/07/2025
DEM operasyona li dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê şermezar kir.
01/07/2025
Serokê şeredariya Îzmirê yê berê hate binçavkirin
Têkildar
Balkêş e ?
Close - Divê mijar ne tenê danîna çekan be!30/06/2025