Polîtîk
HAKPAR namzetiya Bozyel derewand
Alîkarê Serokê Giştî yê HAKPAR’ê Îbrahîm Kureken, bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku serokê wan Bayram Bozyel di derbarê hilbijartinan de bi tu awayî bi AKP’yê re rûneniştiye. Kureken, eşkere kir ku Bozyel dê nebe namzetê AKP’ê û nûçeyên di vî warî de derew in.
Kureken, bi daxuyaniyeke nivîskî nûçeya du roj berê di rojnameya Tarafê de hatibû weşandin û tê de dihate gotin ku dê Bayram Bozyel di hilbijartinan de weke namzetê AKP’ê bê nîşandan, derewand.
Di daxuyaniyê de wiha tê gotin: “HAKPAR bi tu awayî derbarê hilbijartinê de bi AKP’yê re rûneniştiye. Ji ber vê nûçeya nerast, em mecbûr man ku stratejiya xwe ya hilbijartinê eşkere bikin. Partiya me biryar girtiye ku bi serê xwe bikeve hilbijartinan.”