Li Tirkiye, piştî hewldana darbeye leşkerî ber bi pêvajoyek nû ve diçe. Di vê pêvajoya nû de dê rewşa Kurdistana Bakur çibe pirsa herî girînge.Ev cara yekeme ku li Tirkiye xelk yan jî hukumetek li himber leşkera îtiadê nakin. Piştî ku darbe serneket AKP ji serî heta binî dixwaze dewlet û civata Tirkiye ji nûve dîzayn bike. Heta niha zîdeyî 50.000 insan ji karên wan hatine dûrxistin. Nêzikî 10.000 girtî hene. Ji sê yeka genaralên Tirk di girtîgehê de ne.Du rê li pêşiya Erdogan hene. Yan dê desthilatdariya xwe bi hêztir dike û tişta dixwaze dike. Yan jî piştî vê bûyerê hewl dide ku rewşa awarte normal bike. Ji bo vê jî divê şerê ku li Kurdistanê heyî bi awayekî bide sekinandin.Eger Erdogan ji bo pêvajoyek sekinadina şer gavê bavê je,dê hesanîtir bikaribe rewşa awarte berbi aramiyekî ve bibe.Dê vê pêvajoya nû de divê partiyên Kurdistana Bakur kuleka Kurdistanê re bûyera şirove bikin. Eger pîvan berjewendiyên Kurdistanî be dê rewşa heyî zelaltir werê nirxandin û Kurd jî bikaribin behtir li gora berjewendiyên xwe gava bavêjin.
Pêş
03/07/2025
Serok Nêçîrvan Barzanî spasiya Balyoza Fînlandayê kir
03/07/2025
Civîna Trump-Putin bi dawî bû: Rûsya ji dev armancên xwe yên li Ukraynayê bernade
Têkildar
Balkêş e ?
Close