Civak

Barzani: Cihê cudabûna nijadî û olî li Kurdistanê nabê

Mesûd Barzanî Serokê  Kurdistanê li gel Serok û Sekreterên Partiyên Turkmeniyên Herêma Kurdistanê civiya.Li vê kombûnê da Serok Barzanî li gotarek da ronahî xiste li ser rewşa siyasî û guhertinên dawî yên navçeyê û Iraq û Herêma Kurdistanê û wê yekê xisterû ku gelê Kurdistanê bi hemû pêkhatên xwe ve bi qonaxekî hestiyar da derbas dibe ku derfeteke mezin û gefên mezin têdaye û balkişand li ser qonaxên dîroka dewleta Iraqê û ragihand ku ji bo derbasbûna gefan û mîsogerkirina destkeftan hemû aliyek pêwîstî bi hevdû heye. Di derbarê mafê pêkhatên neteweyî û oliyan jî Serok Barzanî piştrastiyê li wê yekê kir ku li Kurdistanê da cûdakariya nijadî û olî cihê xwe nabê û em hemû li mirovayetî da bira û wekhevin û divê hevdû qebûl bikîn.Li beşekî dinê axaftina xwe de Serok Barzanî behsa şerê Da’îş û gefên qonaxa piştî şerê Da’îşê kir û wê yekê dûpatkir ku pêwîste paşaroj û jiyan û mafên pêkhatên neteweyî û olî bê mîsoger kirin û rê nedin êdî karesat dûbare bibin. Serok Barzanî her wiha palpiştiya xwe ya tevahî ji bo maf û daxwaziyên Turkmen û pêkhatên din dûpat kir û ragihand ku wekî qonaxên berê li niha û paşarojê de jî piştevanê maf û daxwazên Turkmen û hemû pêkhatên neteweyî û olî yanim.Her li vê civînê de Serok û Sekreterên Partiyên Turkmenî tekez û piştrastiyê li wê yekê kirin ku hemû bi ruh û giyanekî Kurdistaniyane û berpirsiyarane muamele li gel pêşhatan dikin û ji bilî spasiya ji bo hewlên Serok Barzanî ya ji bo parastina pêkhatan û çespandina mafên wan yê destûrî li destûra Iraqê, palpiştiyeke xwe ya tevahî ji bo siyaset û stratejî û hengavên Serok Barzanî yên ji bo paşaroja Iraq û Kurdistanê derbirîn. 

Back to top button