Fermandarekî Hêzên Pêşmerge li Şingalê dibêje, PKK çend navendên hikûmî li nava Şingalê dagîr kirine û tenê di nava bajêr de û ji bilî Pêşmerge ti hêzeke din li çeperên bergiriyê tune ne.
Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Şingalê Qasim Derbo ji malpera KDP.info re ragihand: “Hêzên PKKê 6 navendên hikûmetê li Şingalê dagîr kirine , ew jî tevî ku çend caran me daxwaz ji wan kiriye ku derkevin lê hêj derneketine.”
Derbo wiha got: “Niha em naxwazin pirsgirêkan çêbikin, lê her demekê ku ew komelgehên di bin destê DAIŞê de li devera Şingalê bên azadkirin, emê wan ji Şingalê derxînin.”
Li gorî Qasim Dirbo, ti hêzeke PKKê li çeperên şer tune ye û tenê Hêzên Pêşmerge bergiriyê li axa Kurdistanê dikin.