Serok di cejnê de li eniya şer bû
Mesûd Barzanî Serokê Kurdistanê serdana mîhwera Şeş ya li Mexmûrê kir û serpereştiya civîneke hevbeş ya Fermandeyên hêzên Pêşmerge û Hevpeymanan û hêzên artêşa Iraqê kir.Li vê civînê de ku Wezîrê Pêşmerge bi Wekalet û Fermandeyê Yekîneya 70 û Berpirsên Yekîneya 80 û Fermandeyên Meydaniyên Pêşmerge û Fermandeyê Hêzên Hevpeymanan û Fermandeyê Operasyonên Nînowa li artêşa Iraqê û Fermandeyên Heşda Niştîmanî amade bûn, Serok Barzanî li gotarek da bi helkefta cejna Remezana pîroz ve bi germî pîrozbahiyê li Fermande û Pêşmergeyan û amadebûyên civînê kir û ragihand ku ji bo nîşandana hevxemiya li gel malbatên serbilindên şehîdan, bi helkefta cejnê ve hîç rêwresmek nehatiye rêkxistin û bi pêwîstî zaniye li şûna hemû Pêşmerge û malên Şehîdan, serdana vê mîhwera hêzên Pêşmerge bike û ji vir ve pîrozbahiyê li malbatên serbilindên şehîdan û Pêşmergeyên qehreman bike.


