Peyama Serok Barzanî ya ji bo xula 35. derçûna xwendekarên Zanîngeha Selahedîn Bi navê xwedayê mezin û dilovanMamostayên birêzXwendekarên delalMîhvan û amadebûyên birêzCihê şanaziye îro hejmarek ji xwendekarên xweşdiviyên Zanîngeha Selahedîn bawernameya derçûnê bi serkeftî wergirtiye û xwe ji bo qonaxa hewldan û xizmetkirina welatê xwe amade kirine. Bi vê helkeftê germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî xwendekarên derçuyê vê xulê dikim û hêviya serkeftinê ji bo wan dixwazim. Destxweşiyê li hemû mamostayên birêz dikim ku erkê pîrozê pêgihandina xwendekarên xweşdivî li ser milên wane û pêzanînên min ji bo rol û keda wan heye. Spasî Serokayetiya Zanîngehê û Kolej û beşên Zanîngeha Selahedîn dikim ku serpereştiya proseya xwendinê û pêgihandina xwendekarên vê xulê bi serkeftî encam dane.Mamosta û xwendekarên xweşdivîGelê Kurdistanê bi hemû pêkhatên xwe ve ji bilî hebûna astengî û gefan kariye xweragir bê û qonaxa dijwar derbas bike û li sayeya qurbanîdanê da destkeftên mezin mîsoger bike. Gelê Kurdistanê qehremanane li beranber êrîşa terorîstan û abloqe û guvaşên cûr bi cûr da rawestaye û Pêşmerge bi xwîna xwe efsaneya terorîstan şikand û cîhanê sosret kir. Keç û kurên Kurdistanê li şerê terorîstan da mînakeke bilindê cangoriyê û azayetiyê tomar kir ku li cîhanê da kêmwêneye û heta hetayê cihê şanaziyê ne.Niha Kurdistan bergiriyê li bihayên bilindê mirovayetiyê dike û eve jî pêgeha gelê me li asta cîhanê de bilind kiriye. Gelê Kurdistanê dost û hevpeymaniya hemû cîheke cîhanê heye ku piştevanê mafê rewayên gelê me ne. Dema eweye gelê Kurdistanê wekî mîlletên dinê cîhanê xwediyê serwerî û kiyana xwe bê, ji bo wê yekê bikarê li ser piyê xwe rawestê û berev pêşve biçê. Her ji bo wê yekê jî pêwîste zarok û gedeyên gelê me li ser bihayên bilindê mirovdostî û niştîmanperwerî û xizmetkirina welat û bawerî bi xwe bûnê bin. Ji bo wê yekê bikarîn bibîn mînaka parastina kerameta mirov û pêşketina navçe û cîhanê. Ji bo vê mebestê rola Mamosta û xwendekarên xweşdivî û ehlên zanistê yek alîker û bi bandor dibê.Li vir da palpiştiyeke xwe ya tevahî ji bo zanîngeh û xwendekarên Kurdistanê radigihînim. Pêwîste bi hewla hemû aliyek asta zanista zanîngehên me bigihe standardên cîhanî. Her wiha kertê Hikûmî û ehlî hela kar û pêşketinê ji bo xwendekarên derçûyî birexsênin bo ku pisporî û şiyanên xwe ji bo xizmetkirina welat bikar bînin.Xwendekar û gencên me hêviya vî mîlletîne. Xweşhalim bi serkeftin û derçûna wan û hêviya bextewerî û serbilindiyê ji bo we dixwazim.Mesûd Barzanî30.06.2016
Pêş
01/07/2025
Li Kerkûkê teqînên bi hêz çêbûn
01/07/2025
Erdhejek li Şemzîna rûda.
Têkildar
Balkêş e ?
Close