Di siyaeta AKPê de pêvajoyek û serokwezîrek nû
Li Tirkiye siyaset lez û di bin bandora Receb Tayib Erdogan de tê guhertin. Wek tê zanîn li ser daxwaziya Erdogan serokwezîrê Tirkiye Ahmet Davutoglu bê daxwazî û îrada xwe, xwe ji serokatiya AKPê û serokweziriyê da aliyekî.Li ser vê yekê roja 22ê Gulanê kongereya AKPê ya awarte pêkhat û cardin li ser daxwaziya Erdogan Binali Yildirim bû serokê AKPê.Binali Yildirim di axavtina xwe de da xuyakirin ku, serokek tenê yê vê tevgerê heye ew jî Erdogan e. Wek din Binalî da xuyakirin ku armanca wî ewe ku, terorê ji rojeva Tirkiye derêxe, desturek nû pêkbînin û sistema serokatiyê bi cih bike.Piştî kongreya AKPê dawî hat û Yildirim bû serokê Giştî yê AKPê, Ahmet Davutoglu çû qesra serokkomariyê û îstifa xwe pêşkêşî Erdogan kir. Di cih de îstifa Davutoglu hate pejirandin.Piştî Davutoglu, Binali Yildirim serdana qesra serokkomariyê kir û ji aliyê Erdogan ve hate pêşwazikirin. Erdogan avakirina hukumeta nu da Yildirim û ew bû serokwezîrê Tirkiye.Dê demek nêzik Yildirim kabineya xwe pêkbîne û deynê ber destê Erdogan. Di nava çend rojande bernama hukumeta nu di parlementoyê de tê xwendin û ji bo baweriya hukumeta nû, dengdan pêktê.Bi vî awayî hukumeta nu dest karê xwe dike.