CivakPolîtîk

Kurd vedigerin Şingalê

Serokê Frakisyona Biratî û Pêkvejiyanê Seydo Çeto ragihand ku heta niha zêdetirî 5 hezar malbat vegeriyane Şingal û Sinûnê û tê çaverêkirin ku piştî bi dawîhatina dewamê dibistanan rêjeyeke zêdetir vegerin ser mal û halê xwe. Seydo Çeto ji malpera KDP.info re ragihand: “Heta niha li gorî amarên me, zêdetirî 5 hezar malbat vegeriyane Şingal û Sinûnê û navçeyên din û rojane jî vegera xelkê navçeyê berdewam dike û tê pêşbînîkirin ku piştî bidawîhatina xwendinê xelk zêdetir vegerin ser mal û halê xwe.” Çeto wiha got: “Niha 2 pirojeyên mezin bo Şingalê û derdora wê li ber destê me ne, yek pirojeya avê ye û ya din jî ya karebê ye. Pirojeya karebê ji bendava Nûsilê diçe Ewênat û piştre diçe nahiyeya Sinûnê û ji wir diçe Şingalê û dê ew piroje pirsgirêka karebê çareser bike. Herwiha pirojeya avê jî dê ji Xabûr bo Rebîe bê kişandin û ji wir bi çendîn qonax bo Herdan û Siûnê û Şingalê. Eger ew piroje bidawî bibin dê hevkariyeke baş bin bo vegera xelkê bo ser navçeyên xwe.”

Back to top button