Di nav Goranê de li dijî rêkefitna bi YNKê re nerazîbûn
Piştî rêkeftina navbera Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) û tevgera Goran de hatî îmza kirin, nerazîbûna li dijî wê lihevhaitnê di nav aendam û kadiroyên balayên tevgera Goranê de serî hilda ye.Li gor hin çavkaniyan, Firset Salih endamê Civata Niştimaniya tevgera Goranê û şaredarê bajarokê Xebat digel 35 endamên din yên Goranê, weke diyarkirina nerazîbûna xwe li hember wê rêkeftinê ji tevgera Goranê îstîfa kir.Salih dibêje ku, lihevhatina navbera YNK û Goranê li dijî encamdana referendomê û pêngavên serxwebûna Kurdistanê ye û ew rêkefitn hemû destkeftiyên gelê Kurdistanê jibest dide.Tevgera Goran ew rêketin digek YNKê îmza kir bêy ku dinave rêxistinên xwe de rapirsiyê bike û bizane dîtin û raya endam û kadiroyên wê li ser wê lihevhatinê çiye.