Polîtîk

Hikûmeta Kurdistanê aloziyên Bexdayê şermezar dike û piştgiriya Ebadî dike

Serokatiya hikûmeta Kurdistanê bi daxuyaniyekê êrîşên xwepîşanderan bo ser saziyên dewletê û çêkirina aloziyan li Bexdayê û bajêrn din yên Îraqê şermezar dike û piştgiriya xwe jî ji bo daxwazên xelkê Îraqê bi awayelî aşitî û medenî û dûr ji şidet û têkdana saziyên dewletê, nîşan dide.Hikûmeta Kurdistanê di daxuyaniya xwe de piştgiriya xwe ji bo xebatên Heyder Ebadî serokwezîrê Îraqê yên di awarê parastina aramiya bexdayê de nîşan dide.Teksta daxuyaniya civta wezîrên herêma KurdistanêDuhî li bajarê Bexdayê, paytexta dewleta Îraqa federal, û li çend bajarên din careke din xwepîşandan ber bi alozî, têkdan û êrîşî ser saziyên dewletê çûn, ji encama wan bûyeran hijmareke xwepîşander û endamên hêzên emnî yên îraqî jiyana xwe ji dest de û himareke jê jê birîndar bûn.Em bi dijwarî dijî bikaranîna xelk û daxwazên rewayên xelkî ji bo çêkirina aloziyan û karên têkder in. Em bi timamî digel daxwazên rewayên gelên Îraqê yên ji bona dabînkirina jiyan û aramiyê li Îraqê ne, lê divê ew daxwaz bi awayekî medenî û bi aşitî bên kirin û nebin hokarek ji bo çêkirina alozî, têkdan û êrîşkirina ser saziyên dewletê û binpêkirina qanûn û têkdana jiyan û aramiyê li welêt, ji ber ku bi wî awayî daxwazên rewayên xelî ber bi aqarekî din tên birin.Di vê çarçoveyê de em bi timamî piştgiriya xebatên birêz Heyder Ebadî serokwezîrê Îraqê yên ji bona parastina aramî û parastina saziyên dewletê li Îraqê dikin.Serokatiya civata wezîrên herêma Kurdistanê21.5.2016Hewlêr

Back to top button