Kamyoneke tijê bi teqemenî li goma Baqawse ya bi ser bajarokê Surê hat teqandin û di encama vîê
karê kîrêt da bêtîrî ji 16 gundiyên Kurd hatin kuştin.
Eve çalakîya yekem a PKK nîne, ku kesên sîvîl û bê tawan û bê guneh dibine qurbanî. Heya niha bi
sedan Kurd bûne qurbanên çalakiyên bi vî rengî yên PKKê.
Bê guman bûyera Baqawse beşek e rewşa siyasî ya îro ye, berhema pêvajoya şer û tundûtijiyê, ku paş
hilbijartina 7ê hezîrana par destpêkiriye û heya îro berdewam e û roj bi roj jî kûrtir dibe.
Sedem, rewş û pêvajo çi dibin bila bibin, teqandina kamyoneke tijê bi teqemenî di nava xelkê sîvîl û
gund û kolan û avahiyan da nayê qebul kirinê, karekî dij-mirovahîyê ye, tawana dijî însanîyetê ye.
Divê birêveberên PKKê bizanibin, ku çalakiyên bi vî rengî ne tenê xizmeta doza Kurd nake, zirar
digihine rewatiya doza Kurd û rewşa heyî aloztir, tundûtijiyê jî kurtir dikin.
Em partî û rexistinên Kurdistanî, ku navên me li jerê ye, bi tundî karê hanê mehkum dikin.
PKK divê daxwaza leborinê ji malbatên qurbaniyan bike û bi fermî rabigihîne ku carekî dinê çalakiyên
weha encam nedin.
Em carekî dinê bang li PKK dikin, bê qeyd û şert agirbest îlan bike, daku rê li ber xebata legal û siyasî
bê vekirin.
Em serxweşiya xwe pêşkêşî malbata qurbaniyên bûyera Baqawse dikin û sebr û metanet bo wan,
şîfayê ji birîndaran re dixwazin.
HAREKETA AZADî, PAK, PAKURD, PDK-BAKUR, PSK