Civak

Rojeva Bakur

Li Kurdistana Bakur rewş gele kî aloz e. Li bajarê Şirnex û Misirbînê heja şer berdewam e. Di herdu bajaran de hemwelatî nemane û bajar vale ne. Deverên wek Cizîr, Silopî,Hezex û Gever di bin kontrola hêzên ewlehiya Tirk dene. Rewşa Sur a Diyarbekir bi temamî wêran e.

Siyaset a xendeqa cardin Kurdistana Bakur berbi malwêraniyek mezin ve bir. Zêdeyî 500 hezar hemwelatî di mava salekî de ji bajar û cihên xwe derketin û bûn koçber. Kurdên Bakurê Kurdistanê koçberiyek xirab dijîn. Hinek ji van koçbera berê xwe dan bajarên Tirka û cih bûn . Vegera wan carek din zehmete.

Koçberiyê gelek xirabî li gel xwe anîn. Di heman demî de kesên koçber hemû bê mal û halin. Zarokên wan ji xwendinê qut bûn. Herkes hewl dide ku tenê bi awayekî jiyana xwe berdewam bike.

PKK ji bo çewtiya xwe veşêre dest hinek çalakiyên xwe kujî û teqîna otomobilên bombekirî kir. Ev çalakiyên PKKê berdewamin. Şer û çalakiyên xwekujiyên PKKê û operasyonên hêzên asayişa dewletê li temamiya Bakur jiyan kiriye cehennem.

Bakurê Kurdistanê kûve herî kontrol a polis û leşkera heye. Carê ji bo bikevi nava bajarekî de bi seetan dikarî li cihek yêk kontrolê bêyî sekinadin. Piraniya cara li otomobila kontrol dikin, lêpirsênekî li ser nasnama kesan dikin.

Kurtahi jiyana rojane li Bakurê Kurdistanê di bin kontrolê de ye. Li hinek bajaran hemwelati nizanin sibehî , dê çarenûsa wan çibe.

Hêja derdora PKKê behsa berdewamiya şer dike. Heta hinek berpirsên PKKê behsa serkeftina dîrokî dikin.

Gelek tişt hene ku bêne gotin. Lê piraniya cara heta hemwelatî tiştekî bi çavên xwe nebînin bawer nakin. Dezenfarmasyona medya PKKê çavê xelkê kur kiriye.

Ev bûyerên di vê qonaxê de li Bakurê Kurdistanê pêktêne musîbeteke mezin e.

Back to top button