Di şerê Tilesqofê de, dema di heftiya borî de çekdarên Daiş êrîşeke mezin aniye ser hêzên Pêşmergan û jibo demkê bajarokê Tilesqof xistî jêr kontrola xwe.Hêzên Pêşmergên Herêma Kurdistanê bi alîkariya hin şêwirmendên leşkerî yên Amerîkî û erîşên esmanî karîbûn çekdarên Daişê ji bajarokê Tilesqof derxînin.Di van şeran de ji her du aliyan kuştî hebûn, herweha leşkerekî Amerîkî di wî şerî de hatbû kuştin.Di medya civakî de wêneyên van pevçûnan hatin weşandin. Di yek ji wan wêneyan de pêşmergeyek çekdarekî birîndar yê dîlgirtî derman dike.Kesê ku di wêneyê de êxsîrê brîndar derman dike, pêşmergeyê dilxwaz Dilêr Sorkan Şêrokî ye.”Em wek hêzên pêşmergeyên Herêma Kurdistanê girêdayî hemî prensîbên mirovatî û peymana Cenevre ya hesîrên cengan û şert û mercên şer an in.”Şêrokî dibêje, ew dema hesîran digirin, li gor yasayên navnetewî serederiyê ligel wan dikin.Hevpeyvîna li gel Pêşmergê Xûbexş Dilêr Sorkan Şerokî.http://av.voanews.com/clips/VKU/2016/05/10/1ed15181-60e4-4acb-b0e4-7cd083e47493.mp3
Pêş
05/06/2026
Peyama Serok Nêçîrvan Barzanî di Roja Cîhanî ya Jîngehê de
05/06/2026
Asaib û tabûrên Îmam Elî dest bi radestkirina çekan kirine
Balkêş e ?
Close
-
Trum Tê Tirkiye03/06/2026


