Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî roja Sêşem 3-5-2016 pêşwaziya Hesen Danayîfer Balyozê Komara Îslamiya Îranê li Îraqê û şandeka pê re kir, ku ji Konsulê Giştiyê Îranê li Hewlêrê û hijmarek dîplomatan pêk hatibû.Di hevdîtinkê de behsa rewşa deverê bi giştî û dawîn pêşhat û bûyerên siyasî û asayiş û serbaziyên Îraqê û şerê dijî terorî li Herêma Kurdistanê, Îraq û deverê kirin, her wiha pêdagirî li ser alîkarî û hemahengiya pêwîst navbera aliyan ji bo berhingar bûna terorê û şikista terorîstan kirin.Li pareka din ya civînê, bal kişandine ser têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê, her wiha têkiliyên Komara Îslamiya Îranê tevî Îraq û Herêma Kurdistanê û pêdagirî li ser giringiya pêş xistin û berfireh kirina têkiliyan kirin.
Pêş
27/07/2026
264 parlamenterên berê ji CHPê îstifa kirin
27/07/2026
“Înîsiyatîfa Gel a Şoreşger” Şeradarê Qoserê tehdît dike..
Têkildar
Balkêş e ?
Close


