Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Dr. Emîn Ewad Berpirsê Giştiyê Komîsiyona Bilinda Penaberên Neteweyên Yekgirtî UNHCR bo Rojhilata Navîn û Bakûrê Afrîka û şandeka pê re kir.Şanda mêvan bi behskirina dawîn pêşhatan, spasiya alîkariyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo UNHCR kir. Spasiya gel û Hikûmeta Herêma kurdistanê kir ku bi şiyanên kêm û rewşa xirap karî ne bi awayekê baş yarmetiya koçber û penaberan bikin.Her wiha pêzanîna xwe ji bo qurabniyên Pêşmerge li şerê dijî terorê nîşana û ragihand li ser hewlên xwe berdewam dibin ji bo bi dest xistina piştîvaniya zêdetirê navdewletî ji bo Herêma Kurdistanê û koçber û penaberên ku ji tirsa terorê hawar xwe ji bo herêma Kurdistanê anîne.Li pareka din behsê programên pêşerojê ya UNHCR bi hemahengî tevî Wezareta Pilanadanan Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ji bo her pêşhatekî ku pêşbînî dihê kirin li dema piroseya rizgarkirina Musilê gelek kes koçberê Herêma Kurdistanî bibin, bo vê yekê jî rêkarên yasayî hatine berçavkirin.Ji aliyê xwe ve, Serokwezîr spasiya vê serdanê û Rêzdar Emîn Ewadî kir ku her ji sala 1991 û li dema koça milyoniya gelê Kurdistanê ji bo yarmetîdanê hate Herêma Kurdistanê û her ji wî demî çavdêriya Herêma Kurdistanê dike. Daxwaz jê kir li ser hewlên xwe berdewam be û Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî li ser piştîvanî û hemahengiya baş navbera wezaretên têkildarên hikûmetê û UNHCR berdewam dibe.Her wiha spasiya stafa UNHCR li Herêma Kurdistanê û berpirsê wê li Îraqê kir ku yarmetîder bûne û daxwaz jî re kir li senterên navdewletî hewlê bidin bo vê yekê bi awayekê cidî serderî tevî pêwîstiyên Herêma Kurdistanê bihê kirin.Li dawiyê jî bal kişandine ser dawîn pêşhatên deverê û hin babetên têkildar.
Pêş
01/07/2025
DEM operasyona li dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê şermezar kir.
01/07/2025
Serokê şeredariya Îzmirê yê berê hate binçavkirin
Têkildar
Balkêş e ?
Close - Erdhejek li Şemzîna rûda.01/07/2025