CîhanPolîtîk

Çepên Tirk derewa dikin dixwazin tevlî Hêşdî Şebî bibin

  Li Tirkiye rojnameyên çep û xwe komunîst didin nasandin, nûçeyên derew û nerast di derbarê bûyerên Kerkûk û Tozxormatu de belav dikin.Ew bûyerên li Tozxormatu wek êrîşên Kurda li dijê Turkmen î Şîa didin nasandin.Li Tozxormatu rêxistina bi navê Hêşdî Şebî ku hemû ji Şîeyan pêktê, rêxistinek ya Hukumeta Iraqê ye. Ji bo kiryarên wan li hinek deverên Suneyên Ereb lê dijîn kesek naxwaze ew li dijê DAÎŞê jî şer bikin. Ji ber ku çetene û naxwazin bostek axa ku Pêşmerge ji DAÎŞê azad kirî bimîne di destê Kurdan de.Erîşê gundên kurda dikin û gelek xirabiyê mezin dikin. Ji bo vê yekê Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê hinek pêşmerge rêkirin herêmê.13043526_10154167531953493_2708401502189659678_nWek din ji bo hemwelatiyên kurd mal û canê xwe biparêzin dest avêtin çakan û xwe diparêzin.Hêzên Hêşdî Şebî, hemû ji kesên, diz, serserî û tawanbarên di girtîhenda pêktên.Lê li Tirkiye çepên netewî yanî nijadperest û beşek xwe Şîe nav dikin, pişgiriya van xwînxara dikin. Ew bi navê çepitiyê li Tirkiye dijminiya Kurda li hemû deverê dikin.Herweha hinek aliyên kurd ku li gel van çepan di hevkariya de ne, dibin şirîkê vê propaganda dijê netewê kurd.

Back to top button