Şandeke PDKê bi nûneratiya Barzanî serdana Rûsya kir
Îro çarşemî 20ê Nîsanê şandeke pilebilind a Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bi serokatiya Berpirsê Peywendiyên Derve yê PDKê Hêmin Hewramî gihîşt bajarê Moskow ê paytextê Rûsyayê. Hêmin Hewramî li ser hesaba xwe ya di tora civakî ya Facebookê de ragihand, ku şandeke PDKê bi nûneratiya Barzanî û bo beşdarîkirin di kongreya Partiya Rûsyaya Adil de gihîşt Moskowê. Hewramî herwiha daye xuyakirin, ku her yek ji Ebduselam Zêbarî û Xoşewî Mela Îbrahîm jî bi wî re serdana Rûsya kirine û ew di kevana kongreya Partiya Rûsyaya Adil de çend civînan pêk bînin. Derbarê vê serdanê de Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Rûsya Aso Şêx Cengî ji Rûdawê re got: “Em wek nûneratiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê agahdarî hatina şanda PDKê ne ku her yek ji Berpirsê Peywendiyên Derve yê PDKê Hêmin Hewramî, Ebduselam Zêbarî û Xoşewî Mela Îbrahîm êvariya îro çarşemî gihîştin Moskowê.” Aso Şêx Cengî herwiha got: “Serdana partiyan bo Rûsya serdanên asayî ne û her sal tên kirin.”Rudaw