Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî : Amerîka û Ewropa ne li dijî serxwebûnê ne. Serok Barzanî bi televîzyona Al Jazeera re hevpeyvînek pêk anî ku tê de behsa referandoma serxwebûnê kir. Ji Barzanî pirsîn: DYA û welatên Ewropayê serxwebûna Kurdistanê çawa dinirxînin? Barzanî: Ew, rewşa Kurdan û rastiyê baş dizanin. Dibe di derbarê referandoma serxwebûna Kurdistanê de dîtinên cuda heibin lê ti kes ne li dijî serxwebûna Kurdistanê ye. Mesûd Barzanî li ser pirsa “Di derbarê serxwebûnê de Helwesta Tirkiyeyê çi ye?” got, “Heta niha em li ser vê mijarê bi Tirkiyeyê re neaxifîne. Lê eger daxwazek wan hebe em dikarin ji wan re eşkere bikin.” Barzanî li ser referandomê axifî û got, “Me du encamên neserkeftî bi Iraqê re tecrube kir. Makezagon çênebû. Ji ber wê yekê divê referandom were pêkanîn.” Herwiha Barzanî teqez kir ku pêkneanîna referandomê ne ji ber qeyrana navxweyî ye û got, “Referandom û serxwebûn ji hemû pirsgirêkan girîngtir e.”
Pêş
04/07/2025
Zelenskyy: Min û Trump pêwendiyeke gelekî girîng û berhemdar pêk anî
03/07/2025
Civîna Trump-Putin bi dawî bû: Rûsya ji dev armancên xwe yên li Ukraynayê bernade
Têkildar
Balkêş e ?
Close - Husiyan fûze avêtin Îsrail28/06/2025