Kongiresa Amerîkayê giraniya xwe dide ser Kurdistanê
Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê, roja 05.04.2016ê li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Ed Rus serokê nûneratiya karûbarên derve li Kongiresa Amerîkayê û şandeya pê re ku, ji endamên kongires û hjmareke diplomatkaran pêkhatibû, kir.Şandeya mêvan pişgiriya xwe ji bo başûrê Kurdistan û pêşmergeyê Kurdistanê di cenga dijî terorê de nîşan da, ji aliyê însanî jî ve, şandeya Kongiresa Amerîkayê helwesta xelk û hikûmeta herêma Kurdistanê ji bo pêşwazîkirin û hewandina hijmareke gelek zêde ya koçber û penaberên ji ber tirs û gefên terorîstan hatine herêma Kurdistanê û hemû xizmetên pêwîst jê re dabînkirine, bilind nirxandin.Şandeyê behsa rewşa jinan li başûrê Kurdistanê û cî û rola wê di warê îdarî, siyasî û civakî de kir û di vê çarçoveyê de behsa jinên êzidî yên ji destê terorîstên DAÎŞ hatine azad kirin û yên heta niha di destê DAÎŞê de mane kir û tekîd li ser wê yekê kir ku divê ji aliyê derunî û nefsî ve ew jin bên sexbêr kirin û vegerin nav civakê.Şandeya Kongiresa Amerîkayê berheviya xwe nîşan da ku di warê derbaskirina kirîza êkonomî de alîkariya Kurdistanê bike.Nêçîrvan Barzanî sipasiya serdana şandeya Kongiresa Amerîkyê û piştevaniya berdewam ya Amerîkayê, bi taybetî dostên kurd li Amerîkayê, bo herêma Kurdistanê kir. Serokwezîr behsa pêşhatên dawiyê yên cenga dijî terorîstên DAÎŞ kir û got ku, di vê cenga dijî terorîstan de, Pêşmergeyê Kurdistanê pêwîstî bi piştgiriya berdewam ya welatên dost bi giştî û Amerîkayê bi taybetî heye û pêwîste çekê modern ji bo Pêşmerge bê dabînkirin daku bikaribe li serketinên bi ser terorîstan de berdewam be.Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê di berdewamiya axaftina xwe de ji şandeya mêvan re behsa rewşa Kurdistanê û kirîza êkonomî ya başûrê Kurdistanê tê de derbas dibe û hokarên serhildana wê kirîzê kir û hêvî xwest ku welatên dost di vî warî de alîkarî û piştevaniya Kurdistanê bikin. Barzanî tekîd kir ku, ji wan qerzên hikûmeta Îraqê ji navdewletî werdigire divê para herêma Kurdistanî jî tê de hebe.Serokwezîr behsa wan tedbîrên hikûmeta herêma Kurdistanê yên ji bo çareserkirin û rûbirûbûna kirîza êkonomî wergirtine û pilana çaksaziyê kir û got ku, ji bo derbasbûn ji kirîza êkonomî, çavê Kurdistanê li alîkariyên navdewletî û kompaniyên berhemhêner e û deriyên başûrê Kurdistanê li pêşiya berhêmhêner û sermayedaran vekirîne daku bên û sermayeyê xwe li herêma Kurdistanê di warên cihê de birazînin û bi vê rê, ji bo dernaskirina kirîza êkonomî hevkariya herêma Kurdistanê bikin.