Cîhan

Nêçîrvan Barzanî: Cenga dijî DAÎŞê bi tenê ne berpirsiyariya Kurdistanê ye

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê, roja 05.04.2016ê li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Enziro Emandula cîgirê wezîrê derve yê Îtaliyayê û şandeya pê re ku ji hijmareke diplomatkar û fermandeyên arteşa wî welatî pêkatibû, kir.Di dîdarekê de, Emandula, ku piştî posta cîgirê wezîrê derve wergirtî yekem care serdnan herêma Kurdistanê dike, kêfxweşiya xwe li hember vê serdanê diyar kir û tekîd li ser wê yekê kir ku welatê wî di warê leşkerî û însanî de dê li ser pêşkeşkirina alîkariyan bo herêma Kurdistanê berdewam be û, herwesa, tekîd li ser xurtkirina têkeliyên navbera Îtaliya û herêma Kurdistanê kir. Cîgirê wezîrê derve yê Îtaliyayê behsa qaremanî û mêrxasiya Pêşmerge li bereyên cenga dijî DAÎŞê û dûrxistina metirisya terorê li ser herêma Kurdistanê kir û helwesta xelk û hikûmeta herêma Kurdistanê di warê pêşwazîkirin û hewandina hijmareke zêde ya koçber û penaberan bilind nirxand.Nêçîrvan Barzanî sipasiya serdana şandeya Îtaliyayê bo herêma Kurdistanê kir û behsa pêşhatên dawiyê yên cenga dijî terorîstên DAÎşê kir û di vê çarçoveyê de, ji bona wan alîkarî û hevkariyên di warê însanî û leşkerî de pêşkeşî herêma Kurdistanê dike, sipasiya gel û hikûmeta Îtaliyayê kir û got ku, şerê dijî DAÎŞê bi tenê ne berpisiyariya herêma Kurdistanê ye, lê ew şer berpirsiyariya hemû civaka navdewletî û bi taybetî welatên hevpeyman e.Serokwezîr tekîd li ser xurtkirina têkeliyên navbera Îtaliya û herêma Kurdistanê kir û bi kurtî, ji şandeya mêvan re, behsa kirîza êkonomî ku herêma Kurdistanê tê de derbas dibe kir û hokarên serhildana wê kirîzê û pilana hikûmetê ji bona derbasbûn ji wê kirîzê berçav kirin û hêvî xwest ku, civaka navdewletî, bi taybetî welatên G7, di vî warî de alîkariya herêma Kurdistanê bikin û daku herêma Kurdistanê jî bi serketî ji wê kirîzê derbas bibe.Operasiyona azadkirina Mûsilê, avadankirina deverên ji bin destê DAÎŞê tên azad kirin, vegerandina baweriya pêkvejiyana pêkhateyan, nûjenkirina bendava Mûsilê ji aliyê kompaniyayeke îtalî ve, pirosesa siyasî li Bexdayê, têkeliyên herêma Kurdistanê bi Bexdayê û welatên herêmî re û çareserkirina pirsên hilawîstiyên navbera Hewlêr û Bexdayê çend mijarên din yên civîna serokwezîrê Kurdistanê û cîgirê wezîrê derve yê Îtaliyayê bûn

Back to top button