Serxwebûn mafê Rojavayê Kurdistanê ye!
Endamê Polîtboruya PDKê Kemal Kerkûkî ragihand, PDK piştgîriya daxwazên Kurdên Rojavayê Kurdistanê bo federaliyê dike. Kemal Kerkûkî herwiha got, serxwebûn mafê Rojavayê Kurdistanê ye. Endamê Polîtboruya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Kemal Kerkûkî di daxuyaniyeke taybet de ji Rûdawê re ragihand, ku PDK bi hemû awayî piştgîriya Rojavayê Kurdistanê û daxwazên Kurdên wê parçayê Kurdistanê dike.


