CivakPolîtîk

Emê bibin dewlet

Tevgera Ciwanên Kurdistanê bi minasebeta 16ê Adarêkomkujiya Helebçe daxûyaniyek ji bo Raya giştî ragihandin. Herweha  hinekendamên Tevgerê li devera Mêrdinî guldanîn ser qebrên qurbqniyên Helebça Şehîd. JI RAYA GIŞTÎ Û ÇAPEMENIYÊ REHeta îro gelek jenosîd bi serê me Kurdan de hat. Yek ji wan jî Helepçe ye.Helepçe, perçeyeke jenosîda Enfalê ye. Di encama vê jenosîdê de 182 hezar Kurd hatin qetilkirin.Belê, navê yê ku fermana qetilkirina Kurdan dabû Saddam bû; lê di eslê xwe de sedema vê jenosîdê û navê wî dagirkerî bû, bêdewletbûn bû. Gelek kesan, gelek caran bi navê cuda cuda vê fermanê dan. Navê wan carna bû Saddam, carna bû Hafiz Esad, Carna bû Atatirk, carna jî bû Xumeynî… Lê sedem her tim bindestî û bêdewletbûna me bû.Em îro li vê derê di şexsê şehîdên Helepçeyê de hemû şehîdên Kurd û Kurdistanê bi rêzdarî bi bîr tînin û di şexsê Saddam de hemû dagirker û qatilên Kurdan nelet dikin.Em soz didin hemû şehîdên Kurdistanê. Emê tim ji bo sedema şehîdbûna wan ji holê rakin, yanî bibin dewlet têbikoşin.Bijî Kurd û Kurdistan.TEVGERA CIWANÊN KURDISTANÊ16.03.2016

Back to top button