CivakKultur

Rûdaw li “Kantona Kobanê“hate qedexe kirin

 “Konatona Kobanê“ di daxuyaniyekê, bi awayekî fermî karê Rûdawê û televîzyona Orient li Kobanê qedexe kir. Li gorî malpera ajansa HAWAR ku nêzîkî Rêveberiya Xweser a Kurdistana Rojava ye ku ji aliyên PYDê û çend partiyên ligel wê hatiye ragehandin, Di daxuyniya Kantona Kobanê de hatiye, ji ber karê nepirofîşinal yê kenala Rûdawê li Kurdistana Rojava di veguhestina nûçeyan de, û ji ber ku xelkê gellekî gilî kirine, Kantonê biryar daye ku karê Rûdawê li herêma Kobanê qedexe bike. Herwiha di daxuyaniya  Rêveberiya Ragihandinê de ya Kantona Kobanê hatiye: “Heta ku Rûdaw siyaseta xwe neguhere, wê qedexekrina Rûdawê li Kobanê berdewam be.” Rêvebera Ragihandina Kantona Kobanê Ranya Mihemed, dilgiraniya xwe ji bo qedexekirina Rûdaw û Orient anî ziman. Derbarê vê biryarê Rûdaw daxuyaniyek daye û bi tundî vê biryarê şermezar dike, herwiha vê biryarê bi biryarek metirsîdar derheqê azadiya ragihandinê li Kurdistana Rojava dide zanîn. Roja 03.08.2015 Kantona Cizîrê jî Rûdaw qedexe kiribû. af147cf89a120e00bcca73d8ec95cea0_L PKK û derdora xwe Rûdavê qedexe dikin. Gelo vêca ne deme ku Rûdaw jî helwestekî li himber vê neheqîya PKK/PYDê deynê holê? Bila di çend munasebeta de kameramanên Rûdawê jî pişta xwe bidin civîn û çalakiyên PKK/PYD/HDPê.   

Back to top button