Cîhan

Lêkolînek li ser serxwebûn a Kurdistanê

  Ziyad Reûf Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Polonya pirtûkeke zanistî çap dike bi navê Rêkeftinên Navdewletî yên Dualî di Egera Ragihandina Serxwebûna Kurdistanê – Di bin ronahiya rêkeftinên dualî yên Polonya – Iraq de. Ew pirtûk lêkolîneke zanistî di çaroveya yasaya navdewletî û rêkeftinameya Viyêna ya sala 1978ê de ye, ku tê de komek pirsên girîng û rêkeftnameyên navdewletî hatine nirxandin. Ev guhertinên mezin li ser asta cîhanê ku qewimî ne û bi taybetî li Ewropa piştî rûxandina Yekîtiya Sofyet sala 1989ê û perçebûna welatên mîna Çîkoslofakya û Yogoslavya, bûn sedema giringîdan bi birsa bimîratgirtina rêkeftinameyan were dan. Herwiha banga serxwebûnê ji aliyê Kosovo û perçebûna Sûdanê mînakên din in li ser guhertina pirsa û rêkeftinameyên navdewletî ne. Ew pirtûk mijareke din li xwe digire, ew jî serhildana welateke nû ye li Kurdistana Iraqê û çawaniya wergirtina bi mîratwergirtina yasa û rêkeftinên navdewletî. Di wê pitûkê de lêkolîneke siyasî û yasayî li ser Herêma Kurdistanê hatiye kirin û behsa rewşa niha bo bangêştkirina serxwebûnê te de hatiye kirin.

Back to top button