Li gor şirovekarê peyvediyên derve yê rojhilata navîn yê Amerîkayê; Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, referandûmê li Herêma Kurdistanê dike û ji bo serxwebûna Kurdistanê nêrîna gelê Kurdistanê ji bo wî giringe ne nêrîna welatên mezin û bi hêz. Şirovekarê Peyvediyên Derve yê Rojhilata Navîn yê Amerîkayê Steven Koch ji malpera dengê Amerîkayê re ragehandiye: ‘’Li gor hin aliyan fişara aborî ya li Kurdistanê bandor li ser biryarên Barzanî yên ji bo referandûmê dike, lê Barzanî dervey gelê Kurdistanê ji aliyê wî we ti giringiya hêz û welatên mezin tineye. Ji ber ku di peyamî wî ya dawî de ev tişt aşkere ye.’’ Herwaha navborî diyar dike: ‘’Rewşa Herêma Kurdistanê di krizeke zihmet ya aborî de ye, ew jî bandor li ser hindek aliyan avakiriye ku referendum di vê rewşê de nabe.’’ Herwaha navborî dibêje: ‘’Pêşbînî tê kirin ku Barzanî heger referandûmê bike dixwaze peyamekî jî welatên mezin û bi hêz re peyama pêkanîna dewletê bide û ji bo vê jî pewîstiya xwe bi gelê Kurdistanê heye ne welatên bi hêz û mezin.’’ Di dawî de jî dibêje: ‘’Barzanî ji peyvendiyên baş ê Herêma Kurdistanê û Tirkiyê sûd verdigre, ji ber ku Recep Tayip Erdoxan biryar daye ku peyvendiyên baş berdewam bin li gel Kurdistana serbixwe de.’’ BasNews
Pêş
03/07/2025
Serok Nêçîrvan Barzanî spasiya Balyoza Fînlandayê kir
03/07/2025
Civîna Trump-Putin bi dawî bû: Rûsya ji dev armancên xwe yên li Ukraynayê bernade
Têkildar
Balkêş e ?
Close