Polîtîk
Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Encûmena Niştîmaniya Kurd li Sûriye kir
Roja pênçşem 28.01.2016 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Îbrahîm Biro Serokê Encûmena Niştîmaniya Kurd li Sûriye kir.Li hevdîtinê de di derbarê rewşa siyasî û emnî û pêşhatên meydaniyên dawî yên Sûriye de danustandina bîr û ramanan kirin. Her wiha tîşk xistin li ser çalakiyên siyasî û guftûgo û danustandinên Encûmena Niştîmaniya Sûriye li gel hêz û aliyên dinê wî welatî kirin.Behskirina guhertinên siyasiyên dawî û kongreya Cênêv û paşaroja Sûriye çend mijareke dinê kombûna di navbera Serok Barzanî û Serokê Encûmena Niştîmaniya Kurd li Sûriye bûn.