Erdogan doza pişgiriyê kir
Serokwezîrê Tirkiye Tayib Erdogan li Mêrdînê û Sêrtê hinek peyamên girîng dan. Dema cîgirê Erdogan Aksu li kongreyê Partiya Demokrata Kurdistanê axavtin dikira, Erdogan jî li Mêrdînê diaxivî. Erdogan di axvtina xwe de behsa astengên pêşiya pêşketinê dikira. Erdogan got, li herêmê şer di pêşiya pêşketinê de astengê û li Rohilatê Tirkiye jî çete û dezgehên tarî li pêşiya pêşveçûna me de astenga peyda dikin. Lê me qîma xwe li her tiştekî anî û gavên girîng avêtin. Erdogan di axavtina xwe de pişgiriya xelkê herêmê ji bo vekirina demokratîk û guhertinên dikin dixwest.
Heman dem de Aksu di kongreya Partiyê de behsa role herêma Kurdistanê dikir û herweha behsa girîngiya pêwendiyên Tirkiye û Kurdistanê dikira. Piştî Mêrdînê Erdogan derbasî Sêrtê bû û hinek projeyên ji bo bajarê Sêrtê giring vekirin. Yek ji wan jî sikra li ser ava Bota hatî çêkirin bû.
Li Sêrtê jî Erdogan doza pişgiriyê ji xelkê kir. Herweha Erdogan li gundek yê Sêrtê serdana malek gundî kir û li gel wan runişt sohbet kir. Lê ehlên malê baş zimanê tirkî ne dizanîna û derdên xwe ji Erdogan re bi kurdî gotin. Wezîrê ji Diyarbekirê Mehdî Eken jî di nav malbata gundî û Erdogan de tercûmanî dikir.