Mesûd Barzanî Serokê Kurdistanê û Heyder Ebadî Serok Wezîrê Iraqê, li peywendiyekî telefonî da rewşa meydaniya şer û pêşketinên serbaziyên dawî yên li dijî terorîstên Da’îş nirxandin.Her li vê peywendiya telefoniyê da, Serok Barzanî û Serok Wezîrê Iraqê Heyder Ebadî, azadkirina Rumadî û navçeyên din xistin ber behs, heman demî de Serok Barzanî ji bo azadkirina bajarê Rumadî pîrozbahiyê li Heyder Ebadî kir û wê serkeftina ku hêzên Iraqê li Rumadî bi dest ve anîne û bajar ji destê terorîstan azad kirin.Her wiha Serokê Herêma Kurdistanê û Serok Wezîrê Iraqê, behsa berdewamiya hevkarî û hemahengiya di navbera hêzên Pêşmerge û hêzên Iraqê li şerê dijî terorê da kirin, eve jî dûpat kirin ku guvaşeke serbazî li hemû bereyan li ser terorîstan berdewam bê ji bo azadkirina navçeyan û şikestdan û ji navbirina terorîstan.
Pêş
04/07/2025
Berdevkê PKKê ragihand: Merasîma çekberdanê dê di 10-12ê Tîrmehê de li Silêmaniyê were lidarxistin
03/07/2025
Serok Nêçîrvan Barzanî spasiya Balyoza Fînlandayê kir
Balkêş e ?
Close - Çekên PKK radest bikê, dê bêne şewitandin03/07/2025