Civak

Talebanî: Divê em hemû li jêr alaya Kurdistanê xizmeta xelkê Kurdistanê bikin

Roja 17.12.2015ê li bajarê Hewlêrê, li avahiya civata wezîran, bi amadebûna Qubad Talebanî cîgirê serokwezîrê herêma Kurdistanê û hijmareke wezîr û karbidestên hikûmetê, di merasimekê de bi bilindkirina alayê Kurdistanê, Roja Ala hat pîroz kirin.Di destpêka merasimê de,  dayka şehîd Mihemed Resûl Hesen digel cîgirê serokwezîr, bi gotina marşa ala, alayê Kurdistanê bilind kir û piştî marşa Ey Erqîb, cîgirê serokwezîrê Kurdistanê peyvek pêşkeş kir.

Ev li jêr teksta peyva cîgirê serokwezîr e:Roja başÎro roja alayê Kurdistanê ye, ew alayê gelek şoreş jê re hatine kirin, ji bona wê alayê b i sed hezaran kes hatine enfal kirin, bi hezaran gund hatine wêran kirin, serokên me yên dîrokî ji bona wê alayê hatin sêdare kirin, mêrxas  hatin şehîd kirin û hatin winda kirin.Ew alayê îro pêşmerge û hêzên din yên ku bergiriyê ji Kurdistanê dikin li ser tên şehîd kirin, ew ala divê me bike yek, ne ku me ji hev dûr bike. Divê em ji bona wê alayê xebatê bikin, çi xebata siyasî, medenî yan jî leşkerî be.BirêzanÎro delîveke em li bîra xwe bînin ku ev ala yê pîroz e. Ev alaya me ya rengîn û ciwan di ser  hemû ala û şîarên hizbî re ye, di ser hemû kesatî û saziyên hikûmetê re ye. Raste îro hikûmeta me hikûmetek piralî ye û her aliyekî alaya xw eheye, lê divê em hemû li jêr alaya Kurdistanê xizmeta xelkê Kurdistanê bikin. Çênabe ji bîra me biçe ku ev ala li pêş me hebû û dê piştî me jî her bimîne.Çênabe kes ji me wisa têbigehe ku ew ji vê alayê mezintir e, ne giringe em nû hatibin yan jî bi dehan sala me xebat kiribe, divê em hemû li jêr vê alayê serê xwe çemînin. Me îro pêwîstî bi hêza alaya xwe heye daku me bike yek. Îro derz ketiye nava me, milmilana hizbî û pirsgirêkên siyasiyên Kurdistanê derzeke mezin xistiye nava civaka me.

Ev di demekê de ye ku neyarên me bi her awayî lêdixebitin tecrûbeya me bişkênin. Neyarên me berdewam in li ser xebatên xwe daku nakokiyên me kûrtir bikin. Lê li bereyên şerî pêşmergeyên me, çi Partî bin, Yekêtî bin, çi alîgirên aliyên dibin yan jî bêteref bin bi hev re şehîd dibin, bi hev re dijminên me jinav dibin, bi hev re Kurdistanê diparêz in. Ji bo me şermezariye eger em nikarin yekrêziya xwe biparêzin.Kirîza êkonomî û aborî gişt alî girtine, tevaya xelkê Kurdistanê girtiye, piroje li her çar wîlayetên Kurdistanê rawestane, li şûna em destê xwe bidin hev û bi hev re kirîzan çareser bikin, mixabin, rojane li hindek kanalên TV, malper û Facebok û dûr ji exlaqê siyasî û civakî gotinên neşrîn ji hev re dibêjin.Divê îro ku, Roja Ala ye, em berjewendiyên bertengên hizbî û berjewendiyên şexsî bidin aliyekî û ji bona yekxistina Kurdistanê em karek cidî bikin.Îro em nikarin yek nebin, ne me bixwe vê yekê qebûl dikin û ne jî xelk ji me qebûl dike. Ne devera em tê de dijîn aram û biîstîqrar e û ne ew welatê em beşekên jê aram û biîstîqrar e. Divê em ji bo hemû îhtîmala amade bin. Divê em pêşbîniya wê yekê bikin ku nexşeya siyasî û cografî ya deverê tê guhertin. Divê em ji bo wê yekê amade bin eger ji ber her sedemekê be yekparçeyîya Îraq nema.Divê em bihêz bin daku rê nedin nakokiyên dîrokiyên deverê ziyanê bigehînin Kurdistana me.  Tiştek neveşartiye ku îro li ser erdê Îraqê û deverê şerekî mezin heye û derencamên wî şerî nediyarin û eger em hişiyar nebin, ne  bi tenê yekparçeyîya Îraqê namîne, lê yekparçeyîya Kurdistanê jî di xeterê de dibe.

Ji bona xwe amadekirin û berhingarbûna van sedeman pêwîstiya me bi yekrêziyê heye û yekrêzî jî li jêr yek alayê, ew jî alaya Kurdistanê ye. Eger em yekrêz bin, bi piştevaniya Xweda û alaya me, em dê bikaribin li hember hemû tehedayan rawestin, em dê bikaribin hemû pirsgirêkan, tevî pirsgirêka serokatiya herêma Kurdistanê jî, çareser bikin, parlamento dest bikarê xwe bike û hikûmet jî aktîvtir bibe.Em dikarin zêdetir morala pêşmerge û hêzên bereya cenga dijî tarîperêstên DAÎŞê bilind bikin, em dikarin bi hev re barê berpirsiyariyê ji bo îdarekirin û çareserkirina kirîza êkonomî bigirîne ser xwe.Berpirsiyariyeke dîrokî li ser tev aliyan heye, ji cenabê kak Mesûd Barzanî heta sadetirîn hevwelatiyê Kurdistanê û divê her yek li gor berpirsiyariya xwe tevbigere.  Hindî em di berjewendiya alaya xwe de xebatê bikin,  mecalê serkeftina me zêdetir e, her dema em ji wan pirensîpan dûr bikevin, em sernakevin û ji bo me çênabe em sernekevin û kurdistaneke yekparçeyî û saxlem ji bo nifşê bê bi cî nehêlin.Ji bo me çênabe em li hember wan mêrxasên ji bona parastina ax û welêt canê wan li ser destê wan e, bi wefa nebin.  Bi hev re, bi yekêtiya nav rêzên me, em dikarin serbikevin.Bijî KurdistanBijî alaya meHer serkeftî bin. 

Back to top button