Konferansek li Stockholm
KONFERANBS LI AVAHIYA YEKÎTIYA EWRÛPAYÊ Îro roja Sêşemê Stockholma paytexta Swêdê mazûrvantî ji konferanseke balkêş re kir. Bi daxwaza Komeleya Parastina Mafê Mîrovan a Swêdê, sê parleman ji Tirkiyê digel sekreterê Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyê, hatibû Swêdê û konferans li avahiya Yekîtiya Ewrûpayê saet 12.00 hetanî 15.00 dan.Bi giranî li ser pirsên demokrasî, mafê mirovan û Çareseriya Pisra Kurd rawestiyan. Beşdarên civînê bi piranî Kurd bûn lê gelek kesên zana, rewşenbîr, siyasetmedar, tojnamevan û nûnerên hin sefaretên biyanî jî hebûn. Ji partiya AK Partî Galib Ensarioglu, ji partiya CHP Sezgin Tanrîqulu, ji partiya HDP Meral Daniş û ji WMR jî Metîn Bakkalci peyivîn. Ji ber ku zimanê fermî yê civînê îngilîzî bû, rojnamevan Kurdo Baksî jî tercûme dikir. Piştî pirsan jî ku civîn bi dawî bibe, malxweya parêzerê Kurd Tahir Elçî ku çend roj berê li Amedê hatibû kuştin jî bi riya SKYPEyê peyivî. Civîn saet 15.30 bi coşeke mezin bi dawî bû. Îşev ji li Avahiya ABFê semîner dê ji aliyê hersê parlementeran ve bête dayîn. 08/ 12/ 2015Rojeva Kurd/Stockholm