Serok Barzanî li gel Serok Komar û Serok Wezîrê Tirkiye civiya
Roja çarşem 09.12.2015 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê bi serdanekî fermî ya welatê Tirkiye li gel şandekî gihîşte Ankaraya paytexta Tirkiye û li Firokxaneya Ankara ji aliyê Feridun Sinirlioglu Cîgirê Wezîrê Derveyê Tirkiye û hejmarek ji berpirsên Hikûmeta Tirkiyê ve hate pêşwazî kirin.Her li çarçêweya vê serdanê da piştî nîvroya roja çarşem 09.12.2015 Receb Tayib Erdogan Serok Komarê Tirkiye li Koşka Serokayetiyê pêşwaziya Serok Barzanî û şanda li gel kir.Li hevdîtinê de ku Mewlûd Çawuşoglu Wezîrê Derve û Berat Bayrak Wezîrê Uze û Feridun Sinirlioglu Cîgirê Wezîrê Derve û Hakan Fîdan Serokê Dezgeha Hewalgiriya Tirkiya amade bûn, Serok Komarê Tirkiye bi germî bi xêrhatina Serok Barzanî kir û pîrozbahiya serkeftina Pêşmerge ya li azadkirina Şingalê li Serok Barzanî kir. Her li vê kombûnê da rewşa herêmayetî û navdewletî û guhertinên siyasiyên dawî yên navçeyê xistin ber behs û guftûgoyan û babeta hatina artêşa Tirkiye ya Başîkê ya li parêzgeha Nînowa hate guftûgo kirin û tekez li wê yekê kirin ku ev babet li rêya diyalogê ve bê çareser kirin. Her wiha behsa peywendiyên siyasî û aboriyên di navbera Herêma Kurdistan û welatê Tirkiye kirin û bi pêwîst zanîn ku ev peywendî bê berfirehtir kirin. Li beşekî dinê civînê de di derbarê şerê Da’îş û hemahengî û hevkariya welatan ya rûbirûbûna terorîstên Da’îş de danustandina bîr û ramanan kirin.Her li êvariya roja çarşem 09.12.2015 Ahmed Davudoglu Serok Wezîrê Tirkiye li Koşka Serokayetiya Wezîrên Tirkiye pêşwaziya Serok Barzanî û şanda li gel kir.Li kombûnê da ku Mevlûd Çavuşoglu Wezîrê Derveyê Tirkiye û Feridun Sinirlioglu Cîgirê Wezîrê Derveyê Tirkiye amade bûn, Serok Wezîrê Tirkiye xweşhaliya xwe ji bo serdana Serok Barzanî ya Tirkiye nîşan da û ji bilî wê balkişand li ser peywendiyên di navbera her dû aliyan û ragihand ku aramî û asayîşa Herêma Kurdistanê ji bo Tirkiye cihê girîngiyê ye û asayîşa Tirkiye jî ji bo tevahiya navçeyê girîngiya xwe heye. Serok Wezîrê Tirkiye tekez li ser dostayetiya di navbera Herêma Kurdistan û welatê xwe kir û ragihand ku li şerê dijî terorîstên Da’îş de divê her dû alî hevkariya hevdû bikin ji ber ku terorîstên Da’îş dijminê hevbeşê her dû aliyane. Her wiha balkişand li ser rola artêşa Tirkiye ya li meşq û rahênana beşek ji wan Pêşmergeyên ku beşdariyê li azadkirina Şingalê da kirine.Li beşekî dinê vê civînê de behsa qonaxên helwest û peywendiya dewleta Tirkiye li gel gelê Kurd kirin û wan pêşveçûnan xistin rû ku li van waran da pêkhatiye. Cihê balkişandinêye ku yekemcar li dîroka serdana şanda bilinda Herêma Kurdistanê ya Tirkiye li civîneke di navbera Serok Barzanî û Serok Wezîrê Tirkiye da ala Kurdistanê li tenişt ala Iraq û Tirkiye de hatibû danîn û Serok Barzanî destxweşiyê li Serok Wezîrê Tirkiye kir ku li kombûna fermiya di navbera wan da ala Kurdistanê hatiye danan û pêzanînên xwe ji bo vê helwestê hebû.Her li çarçêweya hevdîtinên Serok Barzanî li Tirkiye li roja çarşem 09.12.2015 şîvek li ser şerefa Serok Barzanî ji aliyê Wezîrê Derveyê Tirkiye hatibû sazkirin ku Wezîrê Çandin û Uze û Cîgirê Wezîrê Derveyê Tirkiye jî amade bûn.Hêjayî gotinêye ku li vê serdanê da Fuad Husên Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê, Sefîn Dîzeyî Peyvdarê Hikûmeta Herêma Kurdistanê şanda li gel Serok Barzanî pêktînîn.