Îran bombê xwe yê ewilî teqand
Îran her tim bi îdiayên çêkirina çekên Nukleerî di rojeva welatên rojavayî de ye lê Îran bombeyê xwe yê ewilî li ser qada futbolê teqand.
Rojnameya Îranê ya bi navê Ebtekar li ser manşetê xwe ‘’ Serok Komarê Îranê Mehmudê Ehmedê Nejad got : ‘Dibe ku Maradona bibe berpirsî Tîma Millîyê Îran’ nivîsand. Piştî nûçeyê spekulasyonên di nava Îranê jî bi dawî bûn.
Li gor nûçeya rojnameya bi navê Ebtekarê Serok Komarê Îranê Mehmudê Ahmedê Nejad di merasîma xelatên ji bo werzişvanên ku li Çînê derece stendinê de got : ‘Di rojên pêş de Maradona serlêdanê Îranê bike’.
Di merasîma de rojnamevanên Îranê pirsekî ; Ma gelo Maradona berpirsî nû yê Tîma Millîyê Îrane ? pirsandin Ehmedê Nejad jî serê xwe hêjand û weka ku pesend kiriye.
Wekî tê zanîn Maradona heyranê Serokê Kubayê Fidel Castro, Serok Dewletê Wenezuellayê Hugo Chavez û her wiha heyranê Serok Komarê Îranê Ehmedê Nejad e.