Şêwirmendê Encumena Ewlekariya Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya Konsulusa Norwêjê ya li Iraq û Urdinê xatûn Cicely Berry û heyeteke pê re kir.Di hevdîtinê de behsa rewş û pêşhatên siyasî û leşkerî yên li deverê de hate kirin û heyeta mêwan jî bi minasebeta azad kirina Şingal û serkeftinên Hêzên Pêşmerge yên li dijî terorîstên DIŞIê pîrozbayiyên xwe pêşkêşî hêzên pêşmerge û Serokatiya Kurdistanê kirin û bi girîngî behsa qehremanî û jêhatîbûna Hêzên Pêşmerge kir.Di berdewamiya civîna han de Mesrûr Barzanî behsa vê yekê kir ku hêzên pêşmerge karîne di eniyên şer de derbên dijwar li terorîstan bide û terorîstan paş ve vegerêne û erdnigariyeke gelek berfire ji destê wan bistîne lêbelê bo ji nav birina giştî ya terorîstên DAIŞê pêdiviya xwe bi hevkarî û piştgîriyên zêdetir yên civaka cîhanî bo hêzên pêşmerge heye û lazime civaka cîhanî pêşmerge pirçek bike.


