Farqîn hewar e..
Farqîn! ”Tu Tirk î pezindar be, na nînî îtaat bike!”Hewar e, hewar e û dîsa hewar e! Belê, li welat seranser weha ye;Lê li Farqînê, li ser dûwarê xanîyekî, ji alî hêzên ”taybet” yên dewleta Tirkîyê va; bi Tirkî ”Türksen övün degilsen itaat et.” hatiye nivisandin. Wateya vê sloganê; ”Ger tu Tirk î pezindar be(bi Tirkbûnê fexr be), lê na ne Tirk î, ew çax îtaat bike!” Nexwe, yan tu yê Tirk bî yan jî tu yê îtaat bikî, ango; di dîrokê da kole hene û koledar hene! Bi kurtasî; Yan meriv kole ye, yan jî meriv koledar e! Lê di rastîya jîyana dîroka merivatî da jî loma şerê wekhevîyê, sererastkirina pergala demoqrasîyê û hwd. henin. Sîstem û civata me da; ”demoqrasî”, maf, heq û huquq çi ye, em hêjî tênegihîştine. Ger hêjî ”meriv û kes” vê slogana hanê, ne ku bi nivisandinê, lê ger di hişê xwe da jî derbas bike, hewar e! hewar e! Ev çi afat û tofan e, hatiye serê me! Vêya ji faşîzmê jî wirdatir û xerabtir e. Kîn e, nefret e, xweynxwarî ye, barbarî ye… Em li ku derê, demoqrasî li ku derê? Gelo li ser vê slogana qirêj, ji peyva ”hewarê” pêştir çi tê gotin?


