Serok Barzanî spasiya Birêveberiyên Dihokê kir
Piştî serkeftina operasyona azadkirina Şingalê, ji bo rêzgirtina li keda karmendên tendirustî û rêgaûbana parêzgeha Dihokê ya li vê operasyonê de, roja 16.11.2015 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, spasnameyê pêşkêşî her yek ji Birêveberiya Giştî ya Tendirustiya Dihokê û Birêveberiya Rêgaûban û Piran ya li parêzgeha Dihokê kir.Serok Barzanî pir bi dil spasiya karmendên wan dû fermangehan kiriye ku her di destpêka êrîşa terorîstan ve heta niha, li mîhwerên Rojhilat û Rojavayê Dîcle û Şingal û bereyên dinê nêzîkî parêzgeha Dihokê, rolekî Pêşmergane û nîştîmanperwerane li rizgarkirina giyanê Pêşmergeyên birîndar û yarmetîdana xelkê koçber û palpiştîkirina hêzên Pêşmerge û yarmetîdana wan ya dirustkirina senger û pir û rêgeûban û veguhestina kelupelên pêwîst ji bo Pêşmergeyan hebûye.