Polîtîk

Barzanî û Hecî Mehmûd rewşa Kurdistanê nirxandin

Êvariya roja yekşem 15.11.2015 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Mihemedê Hacî Mehmûd Serpereştiyarê Mîhwerê Kerkûk û şandekî li gel kir.Li hevdîtinê de Serpereştiyarê Mîhwerê Kerkûkê ji bo serkeftina operasyona azadkirina Şingalê pîrozbahiyê li Serok Barzanî kir û her wiha pîrozbahiyê jî li Hêzên Pêşmerge û xelkê Kurdistanê bi taybetî jî xelkê devera Şingalê kir û ji bilî behsa rola Pêşmergeyên qehreman, vê serkeftinê jî ji bo gelê Kurdistanê bi destkeftekî mezin û dîrokî wesif kir.Li beranber da Serok Barzanî bi germî bi xêrhatina şanda mîhvan kir û behsa naverokan û çawayiya birêveçûn û serkeftina operasyona azadkirina Şingalê kir û tekez li wê yekê kir ku azadkirina Şingalê ji aliyê Hêzên Pêşmerge ve êdî ew bawerî ji bo hemû aliyek dirust kir ku Da’îş şikest dixwe û ji nav diçe. Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê ku serkeftina operasyona azadkirina Şingalê rûdanekî dîrokî û bi hemû pêkhatên xwe ve serkeftina hemû gelê Kurdistane.Her li vê kombûnê da girîngî û rehenda siyasî û stratejî û aborî û nîştîmaniya azadkirina Şingalê û her wiha vegerana jiyan û xizmetguzarî û dam û dezgehên kargêriyan û yarmetîdana xelkê Şingalê xistin ber behs û gûftûgoyan û di derbarê pêşhatên siyasî û emniyên dawî ya Iraq û navçeyê de danustandina bîr û ramanan kirin.

Back to top button