NB: Ew tedbîr hatine wergirtin daku rewş ber bi aqarekî xeraptir neçe
Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê, roja pêncşemiyê 05.11.2015ê li bajarê Hewlêrê digel Selîm Ciburî serokê parlamentoya Îraqê civiya û çend mijarên aktuel di rojeva siyasîya Îraq û herêma Kurdistanê de gotûbêj kirin û Barzanî got ku ew tedbîrên li herêma Kurdistanê hatine wergirtin daku rewş ber bi aqarekî xeraptir neçe.Her du aliyan di civînê de, rewşa siyasî, emnî, leşkerî û pêşhatên dawiyê yên şerê dijî terorîstên DAÎŞ li Îraqê, herêma Kurdistanê û deverê gotûbêj kirin û tekîd li ser giringî û berdewamiya hevkarî û piştgiriya hevpeymaniya navdewletî bo Îraqê û herêma Kurdistanê di şerê dijî terorê de kir. Herwesa tekîd li ser giringiya hevkarî û hevahengiya navbera her du hikûmetan; hikûmeta herêma Kurdistanê û hikûmeta federaliya Îraqê, bi taybetî di warê rûbirûbûna terorîstan de hat kirin.Rewşa îro herêma Kurdistanê tê de ye û bi taybetî ew nakokiyên siyasiyên demeke li herêma Kurdistanê serî hildane hatin nirxandin û divê çarçoveyê de, Nêçîrvan Barzanî careke din tekîd kir ku ew rêkar û tedbîrên li herêma Kurdistanê hatine wergirtin , ji bo hindê bû da ew alozî zîdetir berfireh nebin û rewş ber bi aqarekî xeraptir neçe. Serokwezîr got ku ew di wê baweriyê de ye ku dikare hemû pirsgirêk û nakokiyên siyasî bi rêya diyalog û danûstandinan bên çareser kirin.Serokwezîr sipasiya rol û xemxuriya serokê parlamentoya Îraqê kir ku dixwaze ji bona çareserkirina pirsgirêkên navxweyî yên herêma Kurdistanê navbeynkariyê bike û ji bona vê armancê digel hemû aliyên siyasiyên herêma Kurdistanê hevdîtinan bike û rola serokê parlamentoya Îraqê û hemû kes û aliyên din yên ji bona çareserkirina arîşeyên navxweyên Kurdistanê rol dibînin bilind nirxand.Serokê parlamentoya Îraqê sipasiya hikûmeta herêma Kurdistanê kir ku pêşwazîyeke baş li koçberên beşên din yên Îraqê ku ji tirsa terorê qesta herêma Kurdistanê kirine kir û ew hewandin û alîkariyên pêşwîst ji wan koçberan re dabîn kirin û hêvî xwest ku hikûmet û parlamentoya Îraqê bi awayekî cidîtir li pirsa koçberan xwedî derkevin.