CîhanCivak

Serokwezîr pirsa jênosîda êzidiyan gotûbêj dike

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê,  li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Adam Dîng cigir û rawêjkarê sekreterê giştiyê Neteweyên Yekgirtî (NY) bo karûbarên jênosîda û şandeya pê re kir.Adam Dîng kêfxweşiya xwe li hember serdana bo herêma Kurdistanê nîşan da û îşaret bi dîdar û hevdîtinên xwe yên digel pêkhateya êzidî û kirîstiyanên Kurdistanê encamdane kir ku, ji nêzîk guhdariya wan karesatên li ser destê terorîstên DAÎŞ bi sere wan hatine kir û tekîd li ser wê yekê kir ku, ew belgenameyên bihêzin li dadgeha tawanan ya navdewletî li dijê DAÎŞ bên bikar anîn û ew yek bê îspatkirin ku jênosîda li hember êzidiyan hatiye kirin. Lê vê yekê pêwîst bi komkirina zêdetir belgenameyan heye.Cigir û rawêjkarê sekreterê giştiyê Neteweyên Yekgirtî got ku di çarçoveya serdananx we ya bo herêma Kurdistanê de, ew dê serdana civata ruhaniya kurdên êzidî û wan kempên koçber tê de ne bike daku ji nêzîk haydarî rewaşa wan bibe û ew karesatên terorîstan bi sere wan anîne ji wan bixwe guhdar bike û dema vedigere bo New York dê behsa wan hemû karesatan bike.Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê, sipasiya serdanan şandeya Neteweyên Yekgirtî bo herêma Kurdistanê kir û daxwaz ji şandeya mêvan kir ku di warê bijênosîda naskirina ew tawanên derheqê kurdên êzidî de hatine kirin hevkariya hikûmeta herêma Kurdistanê û ew komêteya taybetiya wê dosyeyê dişopîne bike daku ew piroses bi awayekî gelel baş bê amade kirin bi awayekî ku civaka navdewletî û dadgeha tawanan ya navdewletî wê dosyeyê weke jênosîda nas bikin û, her çi nebe, di warê saykolojî de êzidî bên qerebûkirin û tawanbar ji bi sizayên xwe bigihin.Weke tê zanîn, Adam Ding yek ji wan kesatiyan bû ku di sala 1988ê de dema kîmiyabarana Helebce de, gelek xebat kir ku dosyeya Helebceyê bigehe civaka navdewletî. 

Back to top button