Fermandarê giştî yê hêzên pêşmergeyên Kurdistanê Cemal Mihemed di derbarê operasyona Şingalê de daxuyaniyek da.Li gora vê daxûyaniyê di operasyona azadkirina Şengalê de tenê hêzên pêşmerge bi bi fermandariya serokê Kurdistanê Mesud Barzanî de amade dibin. Ji bilî pêşmerge tu aliyek din tevlî vê operasyonê nabe. Ji bo serkeftina operasyonê ev pêwistiyek e.Wek tê zanin ji berî salekî cardin hêzên pêşmerge û Amerîkî amadebeşiya azad kirina Şingalê dikiran . Lê hinek çekdarên PKKê êrîşek bê dem kirin ûev operasyon hate provaka kirin. Ev yek bû sedemek ku heta niha Şengal bi temamî nehatiye azad kirin.Dema YPG/HPG ev êrîşa bê plan kirî hêzên amerikî xwe dabûn aliyekî û nexwestibûn tevlî vê operasyonê bibin.Li Gora daxuyaniya fermandariya giştî ya Kurdistanê, wek li deverên din dê cardin di serpereştiya serokê Kurdistanê ev operasyon bête kirin.
Pêş
03/07/2025
Serok Nêçîrvan Barzanî bi Nûnerê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê UN re civiya
03/07/2025
Çekên PKK radest bikê, dê bêne şewitandin
Têkildar
Balkêş e ?
Close